Îsraîlê êrîşên xwe li ser Lubnanê ranewistandine bi tayîbetî li başûrê wê.
Her dawî derdora nexweşxana El-Herîr ya Beyrûtê bombebaran kir.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di encamê 13 kes hatin kuştin û 57 kes jî birîndar bûne.
Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Lubnanê bi vê hijmarê re hezar û 470 kes hatine kuştin.
Her wiha li gorî NY heta niha 700 hezar kes ji ber êrîşên Îsaîlê ji Lubnanê koçber bûne.
Balfirên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.
Vê sibehê bajarokê Yehimir, El-Şqîf, El-Xeyam û Keferkêla rastî topbarana Îsraîlê hatin.
Ragihandina ku şer ji nêz ve dişopîne eşkere kir ku Dahiyê jî hate bombebaran kirin.
”Di êrîşa Beyrûtê de 13 kes hatin kuştin û 57 jî birîndar bûne”
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama bombebarana derdora nexweşxana El-Herîr ya Beyrûtê 13 kes hatin kuştin.
Her wiha Wezaretê anî ziman di heman bûyerê de 57 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê bang li xelkê devera El-hoş yê li başûrê Lubnanê kir ku ji ber operasyonê deverê bi temamî vala bikin.
Hizbullahê ragihand ku wê devera Neyrûbî ya li Til Ebîbê û bargeha ”Stêla Marîs” ya li Hêfa bi mûşekan topbaran kir.
20 mûşek bi ser bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin.
Piştî vê yekê li Tel Avîv û navenda Îsraîlê dengê sîrenan hat.
Îsraîl: di êrîşeke me de 15 çekdarên hizbullahê hatin kuştin
Li aliyê din artêşa Îsarîlê ragihand ku wan êrîşî 3 cihên Hizbullah di nava Lubnanê kirin.
Yek ji van cihê ku hate bombebarankirin jî cihê darayî yê Hizbullahê bû ku tê de bi dehan miliyon dolar û zêr tê de bûn.
Li gorî Îsaîlê 15 çekdarên Hizbullahê hatin kutşin.
UNIFIL: Tankeke Îsraîlê gule li birca çavdêriyê ya UNIFILÊ reşandin



