Di demekê de ku Îsraîl plan dike êrîşê bike, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku welatên cîran wê nehêlin ku ‘xak û qada wan a hewayî’ bêne bikaranîn.
Her wiha li gorî nûçeya Channel 14’yê ya medyaya Îsraîlê piştî êrîşa Îranê ya li dijî mala Serokwezîr Netanyahû Îsraîlê hedefên xwe yên êrîşên tolhilanînê diyar kirine.
Channel 14 îdîa kir ku di nava wan hedefan de malên rayedarên Îranî yên payebilind hene.
Piştî êrîşa bi moşekan a Îranê ya 1’ê Cotmehê li hemberî Îsraîlê kir, fikarên li ser êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê zêde dibe.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Abbas Arakçî li Kûweytê civîneke çapemeniyê lidar xist û got:
“Hemû welatên cîranên me bawerî dan ku wê nehêlin xaka wan an jî qada wan a hewayî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bêne bikaranîn.”
Tê îdîakirin ku Îsraîl wê li malên rayedarên payebilind ên Îranî bixe
Li aliyê din tê îdîakirin ku Îsraîl wê li malên rayedarên payebilind ên Îranê bixe.
Di destpêkê de dihat payîn ku Îsraîl li tesîsên petrol û nûkleerê yên Îranê bixe.
Lê belê piştî demeke kurt Îsraîlê ji Amerîkayê re ragihand ku ew ê êrîşên xwe bi operasyonên leşkerî û hedefên îstîxbaratî sînordar bigire.
Li gorî nûçeya Channel 14’yê (çenil 14) ya medyaya Îsraîlê piştî êrîşa Îranê ya li dijî mala Serokwezîr Netanyahû Îsraîlê hedefên xwe yên êrîşên tolhilanînê diyar kirine.
Chanel 14: Di hedefên Îsraîlê de malên rayedarên Îranî yên payebilind hene
Channel 14 îdîa kir ku di nava wan hedefan de malên rayedarên Îranî yên payebilind hene.
Tevî Serokwezîr ne di avahiya ku hatî hedefgirtin de bû jî ev ”hewldana sûîqestê” weke xeteriyeke cidî pênase kiribû.
Li gorî nûçeya Channel 14’yê plana êrîşê ji rayedaran re hatiye pêşkêşkirin û wê derdoreke diyar di armanca êrîşan de be.
Channel 14 dibêje ku sedemên derbasdar hene ku rejîma Îranê ji bo Elî Hamaney bi fikar bin.
Nûnertiya dîplomatîk ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê ya li New Yorkê ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres û ji Konseya Ewlehiyê ya Wezareta Swîsreyê re nameyek şand.
Di nameyê de tê ragihandin ku Serokê Amerîkayê di 18’ê Cotmehê de li Berlînê di axaftineke xwe de daxuyaniyeke provokatîf daye û ew vê yekê bifikar dibînin.



