Wezîrê Parastina Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku ew ê alîkariyên nû yên berevaniyê yên bi buhayê 400 milyon dolarî bidin Ukraynayê.
Li aliyê din ser hesabê faîza ku li ser samanên cemidî yên Federasyona Rûsyayê hatiye bidestxistin, Fransa wê zêdetir çekan bişîne Ûkraynayê.
Bi taybetî jî wê 12 çekên din ên taybet ên Caesar bidin Kîevê.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy pêşwaziya Wezîrê Parastina Amerîkayê Lloyd Austin kir.
Zelenskiy beriya hevdîtinê di axaftina xwe de spasiya Amerîka kir ku piştgiriya welatê wî kiriye.
Lîderê Ukraynayê bal kişand ser girîngiya alîkariyên ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve ji bo Kîevê hatiye dayîn.
Austin diyar kir ku Amerîka wê piştgiriya Ukraynayê bidomîne û got:
“Îro ez dixwazim eşkere bikim ku ji bo cebilxane, alavên leşkerî û çekan ji bo Ukraynayê pakêta alîkariyê ya 400 mîlyon dolarî hatiye veqetandin.”
Austin bal kişand ku ew dixwazin Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê careke din bicivînin û got:
“Em bi koalîsyona ji 50 welatan pêk tê dixebitin ku alîkariya ewlehiyê bidin Ukraynayê.”
Li aliyê din ser hesabê faîza ku li ser samanên cemidî yên Federasyona Rûsyayê hatiye bidestxistin, Fransa wê zêdetir çekan bişîne Ûkraynayê.
Bi taybetî jî wê 12 çekên din ên taybet ên Caesar bidin Kîevê.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku welatê wî 300 mîlyon euro ji sermayên cemidkirî yên Rûsyayê wekî faîza ji bo kirîna alavên leşkerî, di nav de 12 topên nû yên Caesar, ji bo Ukraynayê di dawiya salê de “vegerandiye”.
Lecornu got:
“Fransa wê heta dawiya sala 2024’an 300 milyon euro ji bo Ukraynayê bikar bîne.”
Lecornu diyar kir ku ev mîqdar derfet dide ku ferman bide 12 çekên nû yên Caesar ku radestî Ukraynayê werin kirin.
Di Sibata sala borî de Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihandibû ku Kopenhagê pergalên topavêjên ên Caesar veguhestine Ûkraynayê.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu di destpêka vê salê de anî ziman ku Parîs wê 78 tesîsên Caesar veguhezîne Ukraynayê û her wiha plan dike ku cebilxane zêde bike.



