Şerê navxwey ya Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiya Bilez de didome.
Di 2 rojên dawîn de di encama şer de 46 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîdar bûne.
Her wiha di êrîşa hewayî ya li dijî mizgeftê herî kêm 31 kes hatin kuştin.
Li Sûdanê 18 meh in pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de berdewam dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Eyaleta Xartûmê ragihand ku di encama topbarana li ser bajarokê Omdurman de keçeke ku rakirin nexweşxaneyê hate kuştin û 17 sivîl jî birîndar bûn.
Ji ber vê êrîşê Hêzên Piştgiriya Bilez berpirsyar hat dîtin.
Li aliyê din komîteyên berxwedanê yên ku ji çalakgeran pêk tên li başûrê Xartûmê ragihandin ku di êrîşa hewayî ya li Taxa Mayo de 20 sivîl hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûn.
Komîteyên Berxwedanê ya Rifayê ya li parêzgeha Cezîrê ya navenda welêt jî ragihandin ku di encama êrîşên Hêzên Piştgiriya Bilez de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên Hêzên Piştgiriya Bilez yên li dijî bajarên Rifaa û Tembul ên parêzgeha Cezîrê dewam dikin.
Li Sûdanê mizgeftekê hate bombebarankirin
Li aliyê din komeke aligirên demokrasiyê ragihand ku artêşê roja Yekşemê mizgefta li bajarokê Wad Madanî yê li navenda Sûdanê hedef girt.
Di encama êrîşa hewayî de herî kêm 31 kesan hatin kuştin.
Koma bi navê Komîteya Berxwedanê ya Wad Madanî daxuyaniyek da AFP’ê û ragihand ku êrîş li bajarokê li başûrê bajarê Xartûmê piştî nimêja êvarê pêk hat.
Di bombebaran mizgeftê de herî kêm 31 kes mirin
Her wiha hate ragihandin ku nasnameya gelek kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatiye tespîtkirin û tîmên rizgarkirinê li cihê bûyerê xebatên xwe didomîne.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji 10 milyonî zêdetir mirov ji ber şerê li Sûdanê neçar mane ku cih û warên xwe berdin.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî anî ziman ku aliyên şer dikin bi mebest sivîlan dikin armanc û dibin asteng ku alikariyên mirovî bigihîjin cihên pêdivî pê heye.
Beriya niha Rêxistina Bijîşkên Sînornenas têkildarî bê ewlehiya xurek hişyarî dabûn û bang li her du aliyan kiribû ku li pêşiya alikariyên mirovî nebin asteng û rewşa li Sûdanê weke ”talûkeye pir mezin” pênase kiribû.



