Akademiya Şehîd Rojda Minbic, dewreya Şehîd Nûcan Ocalan bi beşdariya 13 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi merasîmeke leşkerî bi awayeke serketî bi encam bû.
Dewreya Şehîd Nûcan Ocalan 45 rojan dewam kir.
Têde şervanên YPJ pewerdeyên Îdiyolojîk, siyasî û leşkerî dîtin.
Herwiha îdeolojiya azadiyê jinê, pîvan û rêgezên şoreşgeriyê û erkên şervanên YPJ bi berfirehî hate dîtin.
Dewreya Şehîd Nûcan Ocalan bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.
Di merasîmê de fermandar û şervanên YPJ û QSD, endamên Meclîsên Leşkerî yên Reqa, Tebqa û Eyn Îsa amade bûn.
Fermandariya Focê Qemer Tebqa axivî û bi dawîkirina perwerdeyê li hemû şervanan pîrozkir.
Fermandar Qemer Tebqa serkeftin ji hemû şervanên YPJ’ê re xwest û got:
“Divê em li ser şopa şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Apo xurtir bimeşin.
Piştre şervanan sonda leşkerî ku wê li ser şopa xeta şehîdan bin û her dem parastina hemû jinan û civakê bikin dan.
Herî dawî Şervanên YPJ’ê dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”berizkirn.



