Navendên Pirkirina Tovan tovê genim li cotkaran belav dike.
Tevî ku serê her tonekê 195 dolar xisar li navendan dibe, lê armanca sereke pêşxistina çandiniyê û piştgiriya cotkaran e.
Saziya Pirkirina Tovan ji 28’ê Îlonê ve dest bi belavkirina tovê genim li cotkaran, kiriye.
Sazî hewl dide piştgiriya cotkaran bike û barê madî li ser wan sivik bike.
Rêveberê Navenda Pirkirina Tovan a Xiwêranê ya bajarê Hesekê Luqman Hesen got cotkar parên xwe yên tovê genim werdigirin û ji bo her cotkarekî 5 ton tov hatiye veqetandin.
Luqman Hesen diyar kir ku saziyê kîloya tov bi 31 sentan ji cotkaran kiriye û lêçûna xebatên bêjingkirin û pakkirina her tonekê 110 dolar bû û got:
“Ger em kirîn û lêçûna bêjingkirin û pakkirinê bijmêrin, lêçûna her tonekê digihêje 420 dolaran, lê em bi 225 dolarî difiroşin cotkaran.
Hesen da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya cotkaran û pêşxistina çandiniyê van hewldanan dike ku tovên baş û li gorî avhewaya herêmê ji cotkaran re peyda bike.
Rêveberiya Xweser li cotkarên xisar dîtine bê pere tov belav dike



