Parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan piştî 44 mehan duh karî bi Rêber Apo re hevdîtin bike.
Li gorî agahiyên ku Omer Ocalan parve kirî Rêber Apo di hevdîtinê de gotiye:
“Tecrîd hîna jî dewam dike. Heger ku şert û merc çêbibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku dikarim vê pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bikişînim.”
Piştî 44 meh girankirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê di 23’ê vê mehê de bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin.
Rêber Apo duh bi biraziyê xwe Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Omer Ocalan îro li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da.
Omer Ocalan: 23’ê Cotmeha 2024’an de me bi birêz Ocalan re hevdîtin kir
Omer Ocalan di daxuyaniya xwe ya saet 09’an de ev tişt got:
“Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû bi Birêz Abdullah Ocalan re hate kirin 3’ê Adara 2020’î bû. Weke malbat piştî bi salan, di 23’ê Cotmeha 2024’an de me bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Ev hevdîtina mablatê ya rûtîn ku mafekî qanûnî ye, şert û merc çi dibin bila bibin em dixwazin dewam bike.”
Saetek piştî vê daxuyaniyê di saet 10’an de Omer Ocalan careke din li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek din parve kir.
Omer Ocalan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev hevdîtin di çarçoveya serdana malbatê de pêk hatiye.
Rêber Apo: Ez dikarim vê pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bikişînim
Li gorî agahiyên ku Omer Ocalan parve kirî Rêber Apo di hevdîtinê de balkişandiye ser geşedanên siyasî û ev tişt gotiye:
“Tecrîd hîna jî dewam dike. Heger ku şert û merc çêbibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku dikarim vê pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bikişînim.”
Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di warê tenduristiyê de baş bû û ji bo her kes gelekî silavê xwe hebû.



