Dewleta Tirk ji doh danê êvarî de êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Ji Derikê heya Kobanê erîş bi dijwarî berdewam kir.
Di encama êrişan de 12 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike.
Ji Kobanê, Derik, Qamişlo û heta Şehba êrîş ji doh êvarî de nesekinîne.
Dewleta Tirk êrişî navneda bajarê Kobanê kir
Serê vi sibehê careke din êrişî navenda Bajarê Kobanê , êrişî Qamişlo û Amûdê kir .
Li gor agahiyan Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê bombebaran kir.
Di heman demê de dagirkeriya Tirk duh jî 4 caran êrîşî navenda bajarê Kobanê kiribû.
Di encama êrîşênan de li ser bajarê Kobanê elektîrîk hat qutkirin û 4 welatî bîrîndar bûn.
Li Qamişlo stasyona Têrênê hat armancgirtin
Serê vê sibê Balafireke bê mirov stasyonê trênê ya li taxa Suryan a li bajarê Qamişloyê jî bombebaran kir.
Ji ber bombebaranê zerarên madî çêbûn.
Her wiha benda kontrolê ya Iwêca jî li Qamişlo hat armancgirtin .
Firna nan li Amûdê bû armanca êrişên dewleta Tirk
Her wekî firina nan a (firina alî) ya li gundê Hisên Romî ya li bajarê Amûdê bû armanc. Di encama bombebaranê de zerar li firinê bû.
Dewleta Tirk di heman demê de Stasyona kehrebê ya Amûdê bombebaran kiribû .
Di encama êrîşa stasyona Siwêdiyê de 8 şehîd û 11 birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker gûndê Siwêdiyê ku girêdayê Dêrikê Stasyona Gazê bi balafira şer bi dehan caran bombebaran kir.
Di encama êrîşê de 8 karker şehîd û 11 kes bîrîndar bûn.
Gundê Mêrga Mîra a Dêrikê 2 caran hat bombebarankirin
Dewleta Tirk ji rojhilatê Qamişlo heta bi Dêrikê li dijî bîrên petrolê û stasyonan êrişên hewayî pêk anî.
Stasyona Siwêdiyê, stasyona Tufle, stasyona Seîdiyê û stasyona Ûdê.
Di êrîşên li ser Til Rifatê de 4 sivîl şehîd û 10 jî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe nava li Til Rifatê malêm sivîlan toparan kir.
Di encama êrişên li ser Til Rifatê de 4 welatî şehîd û 10 jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Efrîn û Şehba bi dijwarî topbaran kirin.
Di heman demê de topbaran li ser gund û bajarokên Minbic, Til Temir, Girê Spî û Eyn Îsa jî bi dijwarî berdewam kirin.
Dagirkeran li Til Rifat êrişî sivîlan kir: 2 şehîd û 7 birîndar



