Dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Dêrikê komkujiyeke mezin pêk anî.
Karkerên ku li Stasyona Siwêdiyê ya Gazê dixebitîn, bûn armanca balafirên dagirkeriyê.
Di encamê de, 8 karker şehîd bûn.
Serê sibehê, dewleta Tirk li dû hev stasyona Siwêdiyê bombebaran kir.
Di encama wê êrişê de, 8 karker şehîd bûne û 11 jî birîndar bûn.
Nûçegihanê me ragihand ku rewşa çend birîndaran zehmet e û vê gavê li nexweşaneyan tên dermankirin.
Her wekî cenazeyên şehîdan jî veguhestin morga nexweşxaneya Dêrikê.
Dagirkeran li Til Rifat êrişî sivîlan kir: 2 şehîd û 7 birîndar



