Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şehîd Îskender Efrîn eşkere kir.
HRE’yê got: “Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Îskender Efrîn û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe Îskender pêk bînin û di şexsê wî de em ê layiqî hemû şehîdên xwe bin.”
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şehîd Îskender Efrîn eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê li ser têkoşîna şehîd Îskender Efrîn wiha got:
“Rêhevalê me Îskender Efrîn bi navê xwe yê din Rohilat Murad di nava malbatekî welatparêz ku li çanda kurdî parastî de li bajarê Efrînê ji dayik dibe.
Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe û her wiha derdora ku lê mezin dibe ji bo pêşeroja hevrêyê me Îskender dibe bingeha kesayeta wî.
Dema bi polîtîkayên taybet êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê me û herêma me çêbû heval Îskender berê xwe dide nava refên şoreşê.
Di destpêka avakirina hêzên parastinê de di nava wan şert û mercên herî zor û zehmet de, şer û têkoşîn da meşandin.
Bi taybetî di dema êrîşên li ser girê Qestel Cindo de di çeperên şer de mewzî digire, li vê derê hevalê me birîndar dibe lê ruxmê vê yekê jî dev ji têkoşînê bernade.
Bi îradeyeke mezin piştê ku tedawiya xwe dibîne şûn ve carekî din berê xwe dide çeperên berxwedanê.
Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe Îskender pêk bînin û di şexsê wî de em ê layiqî hemû şehîdên xwe bin.
Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Îskender Efrîn û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha yê:
Nasnav: Îskender Efrîn
Nav û Paşnav: Rohilat Murad
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Faîq
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 23 Cotmeh 2024



