Cenazeyên şervanên YBŞ’ê yên ku di êrişên Tirkiyê de şehîd bibûn ji Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê re hatin şandin.
Duh bi şev balafirên şer û balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker, Şengalê bi dijwarî bombebaran kirin.
Di encama êrişên giran de, şehîd û birîndar çêbûn.
Cenazeyên şervanên YBŞ’ê ku di encama êrişan de şehîd ketibûn, duh bi şev anîbûn Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê.
Cenazeyê şehîdan vê sibehê ji nexweşxanê derxistin da ku ji bo otopsiyê bibin Saziya Tib a Edlî ya Mûsilê.
Piştî ku cenaze ji Saziya Tib a Edlî werin vegerandin tê payîn ku şehîd li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan bi merasîmekê werin oxirkirin.
Dagirkeran li Til Rifat êrişî sivîlan kir: 2 şehîd û 7 birîndar



