Dagirkeriya Tirkiyê êrişên xwe yên esmanî û bejahî li dijî Rojava didomîne.
Vê sibehê careke navenda bajarê Qamişloyê bomebaran kir.
Her wekî seetên şevê jî êrişî Kobanê , Minbic û Şehba kiribû ,
Di encamê zarokek şehîd û2 birîndar bûn li Minbicê û 2 weltî li şehba birîndar bûn .
Li Kobanê jî karkerek şehîd û 8 jî bibirîndar bûn .
Êrişên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam e û bi tu awayî ev êriş ranewestiya ne .
Dewleta Tirk di van êrişên xwe de bi awayekî raste rast sûcên şer li dijî walatiyên herêmê pêk tîne.
Bi taybet navendên xizmetê yên ku bi milyonan xelk sûdê jê digrin bombebaran dike .
Navenda Asayîşê li Qamişlo hat bombebarankirin
Ji satsyonên petrolê bigre heta bi firneyên nan û cihên tenduristiyê tên bombebaran kirin .
Vê sibehê Bajarê Qamişlo 4 caran hat bombebaran kirin .
Li gor agahiyan yek ji wan jî navenda Asayîşê ya li taxa Sînaayê ye.
Dewleta Tirk li Dêrikê Şîrketa Kîsê bombebaran kir
Dewleta Tirk li gundê Mêrga Mîra yê girêdayî bajarê Dêrikê şîrketa kîsan jî bombebaran kir.
Li gor agahiyan derdora Xana serê û milê Qerecox jî êriş hene .
Dewleta Tirk li Tirbêspîyê parzûngeha Beyazî bombebaran dike
Her wekî li Tirbespiyê jî parzûngeha Beyazî kir armanc .
Piştî wê li Amûdî bendekî kontrolê bû armanc .
Her wekî, şevê jî parzûngeha sotmeniyê ya li Tirbespiyê ya li nêzî zeviyê el Odê, rêbendekî Asayîşê li Dêrikê bombebaran kirin.
Li Minbicê dewleta Tirk zarokek kuşt û 2 birîndar kirin
Li tenişta vê yekê, duh bi şev dagirkeriyê zarokek kuşt û 2 jî birîndar kirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ;
Ku li gundê Benya ya Minbicê Fereh Berho ya 11 salî şehîd bûye û Ebduilrehman Berho 13 salî û Semîr Berho 8 salî jî birîndar bûne.
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Ambara Genim a Kobanê 7 karker birîndar bûn



