Hêzên Asayîşê encama êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên ji serê sibehê û heta danê nîvro belav kir.
Li gor Asayîşê de, di encama êrişan de, sivîlek şehîd bû û di nav de 2 zarok 11 jî birîndar bûn.
Asayîşê ragihand ku li Kobanê, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê 13 nuqte, bi dehan car hatin bombebaran kirin.
Her wekî li Minbic, Şehba, Eyn Îsayê û Zirganê jî bêtirî 20 gundan hatin topbarankirin.
Asayîşê eşkere kir ku di van êrişan de,
Li Kobanê karkerek li embarên genim şehîd û 8 jî birîndar bûn.
Her wekî li Minbicê 2 zarok û li Şehbayê kesek birîndar bûn.
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Ambara Genim a Kobanê 7 karker birîndar bûn



