5 gundên kantona Minbicê û 3 gundên Efrîn-Şehbayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Qert Wêran, Yalanlî El Hîsan, El Derac û El Toxarê kirin armanc.
Ev gund dikevin rojava û bakur rojhilatî Minbicê.
Têkildarî encamên topbaranê agahî bi dest nektin.
3 gundên kantona Efrîn-Şehba rastî topbarana dagirkeriya Tirk hatin
Seatên Sibehê jî artêşa Tirk a dagirker 3 gundên kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kirin.
Taybet gundên Şerwarxa û Alqemiyê yên girêdayî Şera û gundê Semoqa yê Şehbayê xistin.



