Di encama êrîşa artêşa Îsraîlê de li ser dibistaneke ku koçberên Filistînî lê dimînin, 8 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsaîlê dibistana ”Asmai” ya li Xeza ku koçber lê diman bombebaran kir.
Ajansa nûçeyan ya WAFAyê ji devê xalên tenduristiyê yê li Xezayê ragihanid ku 8 kes hatin kuştin û hijmarek birîndar bûn.
Hat diyarkirin beriya niha jî Îsraîlê du carî ev dibistana navbûrî bombebaran kiriye.
Hemwextî vê, hat ragihandin ku Îsraîlê êrîşî mala Lahiya jî kir û li wir 40 kes hatin kuştin.
Li kampa Nuseyrat jî êrîş hebûn, li wir jî du kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Li gorî bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê tenê di nava 48 setan de 52 kes hatine kuştin.



