Me got şer û êrîşên Îsraîlê li diji Lubnanê du mehê xwe temam nekiriye behisa agirbestê tê kirin.
Lê şerê li Xeza ku ev salek û mehek bi aweyekî bêserbûber diqewime heta niha ti alî behisa agirbestê nekirine.
Dema qala şer jî tê kirin tenê weke gotin dimînin.
Agahiyên ku îro li Xezayê qewimîne êrîş, wêranî û kuştin di vê nûçeya me de heye.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî kampên penaberan ên Nur Şems û Tulkerîm ên li Şerîa Rojava de 3 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a Nûr Şems a li Şerîa Rojava de 2 kes mirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, bi şev artêşa Îsraîlê li Kampa Penaberan a Tulkerîmê jî kesek kuştin.
Di êrîşa kampên li Şerîa Rojava de 3 kes mirin
Li gorî nûçeya ajansa nûçan a Reuters`ê, artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê îdia kir ku hêzên Israîlî li dijî “binesaziyên Hemasê li Nûr Şemsê operasyonekê pêk tînin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA ragihand ku gelek wesayit û buldozerên hêzên Îsraîlê avêtin ser bajar û ber bi Kampa Penaberan a Nûr Şems ve çûn.
Tugaya Qudsê ku baskê çekdarî yê Cîhada Îslamî ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku, bombeyek ji bo rawestana li hember êrişa artêşa Îsraîlê hatiye teqandin.
Di êrîşa balafira bê mirov de zarokek mir
Ji aliyê din ve di nûçeya WAFA’yê de hat diyarkirin ku di bombebarana artêşa Îsraîlê ya bi balafira bêmirov de zarokek mir.
Li gor nûçeya ku îro danê sibê hêzên Îsraîlê bi ser Tulkerimê de girtin, çavkaniyên herêmî ragihandin ku wesayît û alavên avahîsaziyê yên Îsraîlê ji deriyê Kampa Penaberan a Tulkerîmê derbas bûne û ber bi Nûr Şemsê ve diçin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, alavên karsaziyê zirar dane binesaziya herêmê û li pêşiya dikanên li ser rêya sereke ya li kêleka kampê kolandin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Kampa Penaberan a Nur Şems ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin, pevçûnên dijwar rû dane û dengê teqînan hatiye bihîstin û hat diyarkirin ku wesayîtên keşfê yên hewayî yên Îsraîlê nizm difirin.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat di êrîşên leşkerên Îsraîlî û niştecihên Îsraîlê de 166 jê zarok 763 hatin kuştin.



