Rûsya êrişî avahiyekî li Xarkîv a Ukraynayê kir.
Di encama vê êrîşê de zarokek mir û 34 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din jî Ukrayna plan dike ku 160 hezar kesên din ji bo şer seferber bike.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy şeva borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Zelenskiy diyar kir ku Rûsyayê bi bombeyeke rênîşander êrîşî li avahiyeke apartmaneke 9 qatî ya li Xarkivê kir.
Zelenskiy da zanîn ku di êrîşê de zarok jî di nav de birîndar hene û wiha got:
“Dibe ku di binê kavilan de mirov hebin. Xebatkarên têkîldar hemû li cihê bûyerê ne.”
Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Xarkîvê Oleg Sînegubov jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Sînegubov diyar kir ku di êrîşa artêşa Rûsyayê ya li ser avahiyekî li Xarkîvê de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.
Oleg Sînegubov ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat ragihandin ku Rûsyayê bi şev bi 8 moşekên modela Х-59, 2 moşekên balîstîk ên Îskander-M û 43 balafirên bêmirov ên cureya “Şahed”ê êrîşî axa Ukraynayê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama şerê hewayî yê hêzên parastinê yên Ukraynayê de 17 balafirên bêmirov û 2 moşekên rênîşanderê model Х-59 hatine xistin.
Li Ukraynayê 160 hezar kesên din werin seferberkirin
Li aliyê din Sekreterê Konseya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî ya Ukraynayê Aleksander Lîtvînenko di dema pêşkêşkirina qanûnên serokomariyê yên li ser dirêjkirina qanûna leşkerî û seferberiya giştî de diyar kir ku Ukrayna plan dike ku 160 hezar welatiyên din seferber bike.
Li gor daxuyaniya Sekreterê Konseya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî ya Ukraynayê heta niha bi tevahî milyonek û 50 hezar hemwelatî ji bo wezîfeya leşkerî ya li Ukraynayê hatine wezîfedarkirin.
Litvinenko got:
“Tê plankirin ku gazî 160 hezar kesên din jî were kirin.
Bi vê yekê dê ji sedî 85 ê yekîneyan personel bên wezîfedarkirin.”
Radaya Verkovna ya Ukraynayê şertên şer û seferberiya giştî ya li Ûkraynayê 90 rojan dirêj kir.
Parlamenteran bi piraniya destûrî piştgirî dan pêşnûmeyên têkildar.



