Endama Tabûra Nemiran Asya Elî beriya şehadeta xwe nameyekê ji gelê kurd re li dû xwe dihêle. Asya Elî di nameyê de daxwaz ji gelê kurd dike ku zarokên xwe dûrî PKK’ê nekin û dibêje: Eger ku hûn paşerojeke bi exlaq, bi rûmet, bi zanebûn dixwazin, zarokên xwe bi felsefeya Rêbertî re û bîrdoziya PKK mezin bikin.
Fedayiya Apoyî Asya Elî a li Enqerayê çalakiyek kir, nameyek ji gelê kurd re nivîsand.
Asya Elî di nameya ku nivsandiye hêz û berxwedana gelê kurd ya li hember her cure zilmê tîne ziman:
Dema ku zarokên we bi kîmyasalan tên kuştin, di zindanan de ji mirinê re tên terkkirin, jinên we bi destavêtin, destdirêjî û heqaretên ji aliyê dijmin ve rû bi rû tên, pêwîste em bizanibin ku em ji kê çi dixwazin, yan jî em ê çi bixwazin.
Gelê ku min di oxira wê de şer da ber çavên xwe ew gel e ku, dema ku hestiyên hevrêyên min ên şehîd ji dayîka wan re bi kargoyê re tên şandin, qiyametê radike, dema ku şervanên wê bi kîmyasalê re şehîd dibin dinyayê bi erdê re dike yek e. Hûn xwedî vê hêz û îradeyê ne, ji ber ku hûn bi dîtina her awayî wehşetê re, bi berxwedanê re, hatin heya van rojan.
Asya Elî diyar dike ku azadî berdêlên mezin dixwaze.
Hûn gelekî bi rûmet in ku di tevahî dîroka xwe de li ber xwe dane. Ji ber vê yekê pêwîste herî zêde jî hûn bizanibin ku azadî bedelên mezin dixwaze.
Hûn dikarin îddia bikin ku hûn vê bedelê bi şandina zarokên xwe ji şer re didin, lê di rewşa heyî de ji vê wêdetir re pêwîstî heye.
Îro li Rojhilat, li Îranê ji bo azadiyê bi sedan mirov tên kuştin, lê gavekê paş de navêjin.
Asya Elî balê dikşîne ser siyasetên qirêj yên dûrxistina gel ji tevgera azadiyê û dibêje:
Dixwazin ku em fêrî nebûna Rêbertiya xwe bibin, ku ji me re rûmeta me pêşkêş kir.
Dixwazin we bi derewên bi vî rengî bixapînin ku hûn dikarin bêyî wî jî bijîn.
Bi derewên ku ji ber gerîla heye ev şer dewam dike, hûn tên xapandin, hûn di ferqa vê de ne? Ji rastiya gelê ku şer dike re xwe di her watê de gûrçûpêç kirin, wê bibe bersiva herî xweş ku hûn bidin zarokên xwe.
Asya Elî di berdewamiya nameya xwe de daxwaz ji gelê kurd kir ku zarokên xwe dûrî PKK’ê negirin.
Wekî ku Şehîd Çekdar got ‘Zarokên gelekî qehreman dibin fedaî’.
Eger ku her kes tiştê dikeve ser milên xwe bike, wê demê rojên ku em bi Rêbertiya xwe re govenda azadiyê bigerînin nêz dibin.
Tenê hûn di zanebûna berpirsyartiyên xwe yên di şerê gel ê şoreşgerî de bin û zarokên xwe ji PKK dûr negirin.
Her zarok û ciwana ku hûn ji PKK dûr bigirin, bi çi awayî jî be, têkilî qirêjahiyên pergalê dibe.
Eger ku hûn paşerojeke bi exlaq, bi rûmet, bi zanebûn dixwazin, zarokên xwe bi felsefeya Rêbertî re û bîrdoziya PKK mezin bikin.



