Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got: Ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya dijminê jinê û zayendîperest, divê em jin kolanan veguherînin qada berxwedanê.
KJK’ê di daxuyniya xwe işaret bi gingiya têkoşînê kir û got:
Desthilatdariya Tirkiyê, ji tirsa windakirinê careke din êrîşî îradeya jin û gelê kurd kir û tine hesiband.
Heta ku faşîzm neyê têkbirin û tinekirin, nepêkane ku dem û rojên ronî bên.
Heqîqeta yekane û rastî ew e ku ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya faşîst divê têkoşîn di asta serhildanê de bê bilindkirin.
Li hemberî vê êrîşa bêperwa ya dijminatiyê, ji bilî berxwedan û têkoşînê sekneke din divê neyê qebûlkirin.
KJK’ê balkişand ser cezayê dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê ya bi rêber Apo re û wiha got:
Cezayê dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê ya ji bo sê mehan, careke din li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn, wêne û rengê polîtîkaya tê meşandin jî nîşan da.
Di nava mehekê de ji gotina ‘Divê em yekîtiya xwe ya navxweyî xurt bikin’ derbasî gavên têkbirina çareserî û yekîtiya navxweyî bû, ku ev yek jî nîşan dide ku tirsa xwe ya windakirinê gelekî mezin e.
KJK: Heta ku mafên gelê kurd neyên bicihanîn li Tirkiyê demokrasî pêk nayê
KJK’ê destnîşan kir ku divê ji bo aştiyê pirsgirêka gelê kurd bê çareserkirin û wiha dawî li daxuyniya xwe anî:
Heta ku mafên nasname, ziman, çand yanî mafên kolektîf ên gelê Kurd neyên bicihanîn û çareserî neyê pêkanîn, li Tirkiyê demokrasî, azadî û aştî pêk nayê.
Tirkiye tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare pêşî li kuştina jin û zarokan, pirsgirêkên civakî û aborî û rizandinê bigire.
Em bang li jinan, ciwanan, gelê me, hêzên demokrasiyê û hemû hêzên berpirsyar dikin ku li ser vê bingehê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”



