Bangên ji bo azadiya Rêber Apo didomin.
Siyasetmedar Îbrahîm El Selac destnîşan kir ku hevdîtina malbatê ya Rêber Apo re di encama têkoşîna gel de pêk hat û got:
“Azadiya gelên herêmê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”
El Selac bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewletên komploger bikin da ku azadiya Rêber Apo pêk bînin.
Siyasetmedar û nûnerê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê ya Sûriyê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm El Selac têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re û peyama wî, ji ANHA re axivî.
Îbrahîm El Selac diyar kir ku piştî xwepêşandanên bi salan û çalakiyên gel ên ji bo azadiya Rêber Apo ev hevdîtin pêk hat û got:
“Em vê yekê li gelên azad pîroz dikin.
Piştî vê hevdîtinê dilê me hinekî rehet bû ku me derbarê tenduristiya Rêber Apo de agahî wergirt.”
El Selac anî ziman ku di sedsala 21’an de girtina ramyar û kesayeteke mîna Rêber Abdullah Ocalan cihê şerim û şermezariyê ye û wiha domand:
“Ev yek ji bo welatên ku doza demokrasî û azadiyê dikin şermeke mezin e. Mifteyên çareserkirina gelek pirsgirêkan di destê Rêber Apo de ye. Ew baştirîn kes e ku dikare diyalogê bike, ji ber ku ew xwediyê ramaneke aştiyane ye.”
“Azadiya gelên herêmê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye”
Nûnerê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê destnîşan kir ku li seranserî cîhanê banga azadiya Rêbe Apo tê kirin û wiha pê de çû:
“Hevdîtina bi Rêber Apo re têrê nake, ji ber bi milyonan kes bi hesreta azadiya wî ne. Azadiya gelên herêmê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em dibînin ku tevahiya Rojhilata Navîn di rewşeke şer de dijî û ev qonaxeke xeternak e, divê em berê xwe bidin aştiyê.”
“Çareseriya siyasî bi diyaloga bi Rêber Abdullah Ocalan re pêkan e”
Îbrahîm El Selac bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û welatên Ewropayê kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk yên li dijî herêmê bînin, herêmê ber bi çareseriyeke siyasî ve bibin û bi Rêber Apo re diyalogê bikin.
Ciwanên Helebê li dijî dirêjkirina cezayên dispilînê daketin qadan



