Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 5 gerila yên ku di encama erîşên dijmin de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne,eşker kir.
HPG’ê got:”Hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan bi berxwedana destanî ya li hemberî dijmin raber kirîn, di dîroka têkoşîna me de cihê xwe girtin.”
Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 5 gerila yên ku di encama erîşên dijmin de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne,eşker kir.
HPG: Hevrêyên me zarokên herî hêja yên gelê me ne
HPG’ê li ser têkoşîn û berxwedana şehîdan wiha got:
“Hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê me xurt bibe, ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn.
û ji bo di her kêliya jiyana gerîla de van armancên xwe yên pîroz bi cih bînin, bûn xwediyê têkoşîneke bênavber.
Hevrêyên me zarokên herî hêja yên gelê me ne.
Hevrêyên me ji bo mîsyona xwe bi cih bînin, bêyî ku bibêjin havîn zivistan, şev roj bi xwestek û biryardariyeke mezin têkoşiyan.
Weke milîtanên dirûst ên Paradîgmaya Rêbertî ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê’ armanc kirin ku civaka azad û Kurdistana ava bikin û ev yek weke wezîfeya xwe ya herî bingehîn zanîn.
HPG: Hevrê yên me vezîfeyên xwe bê kêmasî bi cîh anîn
Hevrêyên me xwe di warê îdeolojîk û leşkerî kirin pispor û wezîfeyên xwe yên demê bê kêmahî bi cih anîn.
Hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan di kesayetên xwe de nûneriya sadebûn, dirûstî, fedekarî û dilnizmiyê kirin ku ev taybetmendiyên hevpar ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne.
Hevrêyên me bi berxwedana destanî ya li dijî dijmin pêş xistîn, cihê xwe yê di dîroka têkoşîna me de girtin.
Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
û soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:

Nasnav: Demhat Gever
Nav û Paşnav: Hakan Firat
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Faris
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sema Dersim
Nav û Paşnav: Dersim Temîz
Navê dayikê: Xezal
Navê bav: Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nalîn Dilgeş Çiya
Nav û Paşnav: Ayşe Dagdelen
Navê dayikê: Şemsî
Navê bav: Sadik
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Elîşêr Kûfran
Nav û Paşnav: Elî Amûştekîn
Navê dayikê: Cemîle
Navê bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Serhildan Dersim
Nav û Paşnav: Ahmet Varsak
Navê dayikê: Nazime
Navê bav: Şukru
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê



