Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariyên DEM Partiyê xelkê Bakurê Kurdistanê di nobetên berxwedanê de ne.
Di roja 2. a çalakiyan de li pêşiya şarederiyan hat gotin gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe.
Her wiha bang li her kesê hat kirin rabin ser peyan û yekitiya xwe ava bikin.
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetî ya Rihayê di roja 2. de didome.
Li Êlihê girseya ku siyasetmedar jî di nav de, ji gelek noqteyên cuda ber bi şaredariyê ve dest bi meşê kirin.
Di dema meşê de polîsan hewl dan ciwanekî binçav bikin.
Piştî berteka girseyê, polîsan paşvegav avêtin.
Parlamenterên Partiya Gel a Komarê-CHP’ê Turkan Elçî û Sezgîn Tanrikulu jî tevî girseyekê heta pêşiya şaredariyê meşiyan.
Li pêşiya şaredariyê nûneran bi daxuyaniyan careke din nerazîbûna xwe raber kirirn û gotin:
Qeyûm tê wateya tunehesibandina mafê bijartin û hilbijartinê.
Lewma jî ne li şaredariyê, li demokrasiya Tirkiyê tê tayînkirin.
Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ev ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye, pirsgirêka ku hemû kesên li welat e.
Lewra bang hat kirin ku eger li her bajarên Tirkiyê ew bikarin dengê xwe derxînin, wê demê dê xwedî li demokrasiyê derkevin.
Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
Yek ji navendên çalakiyan pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye.
Welatiyên tev li nobeta vê derê bûn, xwestin xespkirina îradeyê bi dawî bibe.
Her wiha welatiyan, diyar kirin ku divê kurd yekitiya xwe ava bikin û gotin:
“Ev xak a me ye. Divê her kes rabe ser pêyan.”
Xelkê xelfetiyê: gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe
Li navçeya Xelfetiya Rihayê jî berxwedana li dijî tayînkirina qeyûmsn hebû.
Di pêşengtiya parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî û hevşaredarên navçeyê, welatî di saetên serê sibehê de li ber avahiya şaredariyê kom bûn.
Di daxuyaniya ku li wir hat dayîn de Parlamenter Mîthat Sancar axivî û got:
“Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe.”
Berxwedana gel a li ber avahiya şaredariyê ku hatiye dorpêçkirin didome.
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



