DEM Partî yê li dijî darbeyê civîna koma Meclisa xwe li pêşiya Şaredariya bajarê Mêrdînê li dar xist.
Hevserokên DEM Partî li dijî zihniyeta qeyûm banga berxwedanê kirin û gotin: “Em ê ji Mêrdînê heta Êlih, Xelfetî û Esenyurtê darbeya qeyûm bi hev re têk bibin. “
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî darbeya qeyûman civîna koma Meclisa xwe li pêşiya Şaredariya bajarê Mêrdînê li dar xist.
Tulay Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li wir peyam da desthilata Tirkiyê û wiha got:
“Em ê ji Mêrdînê heta Êlih, Xelfetî û Esenyurtê darbeya qeyûm bi hev re têk bibin.
Ev zîhniyet, Kenan Evren, Tahsîn Yalçinkaya û Generalên 28’ê Sibatê tîne bîra me.
Heke Kenan Evren bijiya wê bigota; ‘Darbeya vê îktîdarê ji ya me baştir e’.”
Tuncer Bakirhan: Di bin navê terorê de welat dişêlînin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku mîna duh dê îro jî derbeya siyasî qebûl nekin.
Bakirhan diyar kir ku Tirkiye li ser du xetan hatiye dabeşkirin û ev tişt anî ziman:
“Li Tirkiyeyê du xet hene; yek ew kesên ên komara qeyûmparêz dixwazin, ya din jî em in ku komareke demokratîk dixwazin.
Kesên qeyûmparêz bi salan hemû nebaşî û derhiqûqtiyên xwe di bin vê têgeha terorê de kirin û welêt şêlandin.
Hemû dizî û nelirêtiyên xwe bi vê peyvê veşartin.”
“Ger çareseriyê dixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin”
Bakirhan di demanî de balkişand ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo û got:
“Ev tecrîd, xerabiya herî mezin a li dijî welêt e. Dev ji vê feraseta xwe berdin.
Em bang li hemû siyasetmedarên kurd ên di nava AKP’ê de cih digirin dikin ku heke hindik jî heysiyeta we hebe îstîfa bikin.”
Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
Balkêşe ku piştî derbeya qeyûm serokê MHP’ê Devlet Bahçelî careke din banga çareseriya pirskirêka Kurd li Rêber Apo kir.
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniya Devlet Bahçelî nirxand û got:
“Bi gef û guran û qeyûman diyalog nabe.
Kes nikare me îstîsmar bike. Kurd îro polîtîze bûn e. Kurd dizanin çi dixwazin.”



