Di hilbijartinên DYA de jimartina dengan ber bi qedandinê ye.
Encamên fermî hîna nehatine ragihandin.
Lê, namzetê Komarparêzan Donald Trump serkeftina xwe îlan kir.
Li gorî encamên herî dawiyê hejmara delegeyên Trump 279, hejmara delegeyên Kamala Harris jî 223 in.
Hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ber bi qedandinê ye.
Namzetê Komarparêzan Donald Trump û Namzeta Demokratan Kamala Harris wekî namzetên Serokatiya DYA di pêşbirkê de ne.
Li gorî encamên heta niha Donald Trump bi hejmara delegeyan ku gihişt 279’an bi ser dikeve.
Hejmara delegeyên Kamala Harris jî di 223’yan de ma.
Senato ket destê komarparêzan
Li gorî encamên hilbijartinan tê diyarkirin ku piraniya di Senatoya Amerîkayê de ji destê Demokratan derbasî destê Komarparêzan bûye.
Li gorî nûçeyên medyaya DYA, Senatoya ku di kontrola Demokratan de bû wê di pêvajoya qanûndanînê ya mayî de derbasî destê Komarparêzan bibe.
Piştî ku Donald Trump jî meqamê seroktiyê bi dest bixe wê bi rengekî xurt bibe desthilatdar.
Ji ber ku senato derbasî partiya Trump bûye, di mijarên wekî di dema serokatiya wî de pêkanîna sozên wî yên hilbijartinê yan jî di diyarkirina endamên Dadgeha Bilind a DYA de wê destê Trump gelekî rehet bike.
Li DYA Kongre wekî Meclîsa Nûneran û Senato ji du beşan pêk tê.
Bi hilbijartinên Serokatiyê re bi giştî Meclîsa Nûneran a ku ji 435 encaman pêk tê û ji Senatoyê jî ku ji 100 kesan pêk tê, 34 kes tên hilbijartin.
Liderên hin welatan encamên hilbijartinê pîroz kirin
Li aliyê din her çiqasî encamên hilbijartina serokatiya DYA bi rengekî fermî nehatibe ragihandin jî êdî serokatiya Donald Trump mîsoger tê dîtin û li ser vê lîderên dewletan jê re peyamên pîrozbahiyê dişînin.
Her wiha navên wekî Serokê Dewleta Ûkrayna Volodimir Zelensky, Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte jî Trump ji ber serketina wî ya di hilbijartinan de pîroz kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû jî diyar kir ku Trump “vegereke dîrokî” kiriye û got:
“Vegera we ya li Qesra Spî ji bo Amerîkayê destpêkeke nû ye û ji bo tifaqa mezin a di navbera Îsraîl û DYA de jî baweriyeke xurt e.”



