El-Sîsî: Ti kes nikare nasnameya Kurdan tine bike

Serokomarê Misrê Abdulfetah El- Sîsî got, ti kes nikare nasnameya kurdî tine bike û anî ziman ku gelê Kurd di nava 60 salên derbasbûyî de azar kişandin.

Serokkomarê Misrê Abdulfetah El-Sîsî piştî forûma “Ciwanên Cîhanê” a li bajarê Şerem El-Şêx bi komeke ciwanan re hevdîtin pêk anî.

El-Sîsî, li ser pirsa ciwanekî Kurd ya der barê nêzîkatiya welatên cîhanê ya li hemberî gelê Kurd û nenaskirina pêşeroja gelê Kurd de weha axivî:

“Di nava salên dawî de, Kurd ji bo gelek dewletan hatin dabeşkirin li Îran, Tirkiyê û hin dewletên din.

Lê nêrîneke min li ser kar û aştiyê heye; ti kes nikare nasnameya kesekî tine bike. Delîlê vê yekê niha tu sekinî ye û rexmî hemû tiştên ku çêbûne diaxivî.”

Serokkomarê Misrê destnîşan kir ku ziman, adet û kevneşopiyên Kurdan hene, lê nirxa ji Kurdan winda bûye berhemên taybet yê girêdayî wî ye.

3’yemîn Forûma Ciwanên Cîhanê yê li bajarê Şerem El-Şêx doh bi beşdarbûna Ebdulfetah El-Sîsî destpêkiribû û 8 hezar ciwanên ji deverên cûda yên cîhanê beşdar bûbûn

Leave a Reply

Back to top button