Hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk li bajarên Amed û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê bi ser malan de û 6 binçavkir.
Hat ragihand ku di serdegirtina malan de li bajarê Mêrdînê 5 kes û yek li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine binçavkirin .
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Li herêm û bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê, piştî desteserkirina şaredariyên bajarên Mêrdîn, Êlîh,
Xelfetî û Asniyortê ya Stanbolê ji aliyê desthilata Tirk ve, xwepêşandan dest pê kir.
Hevşaredarên her 3 şaredariyên Bakur yên ji kar hatine dûrxistin, endamên DEM partiyê ne û yê Asniyortê jî endamê CHP`ê ye.
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



