Balafirên şer ên Îsraîlê careke din deriyê Hirmaş -Qeld El Seb ê di navbera Lubnanê û Sûriyê de bombebaran kir.
Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê deriyê sînorî yê Hirmaş-Qeld El Seb ê di navbera Îsraîl û Lubnanê de bombebaran kiriye.
Çavkaniyên xwecih jî diyar kirin ku êriş li herêma Qisêr a gundewarê Himsê çêbûye.
Hêjayî gotinê ye ku di nava hefteyekê de ev cara sêyemîn Îsraîl vî deriyê bombebaran dike.
Koma Muqawema Îslamî li Îsraîlê 2 cih bombebaran kirin
Li hêleke din jî koma Muqawema Îslamî ya Iraqê bi du daxuyaniyan ragihand ku çekdarên wê cihekî ˈgirîngˈ û baregeheke leşkerî li bakurê Îsraîlê bombebaran kirine.
Di daxuyaniyên ku li ser ˈTelegeramêˈ weşandin hate gotin ku her du êriş bi dronan hatine kirin.
He wekî koma Muqawema Îslamî diyar kir ku ev êriş di çarçoveya piştgiriya gelê Filistîn û Lubnanê pêk hatine.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî bi şev”cismeke bi guman ku ji aliyê rojhilat dihat asteng kir.”



