Piştî serkeftina Donald Trump di hilbijartinên DYA’ê de gelek alî bi çavê guhertinan bi hatina wî dinêrin.
Di vê derbarê de Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk diyar kir ku dibe di demeke nêz de daxuyaniyên têkildarî dîroka agirbestê û garantiya ewlehiyê ya li Ûkraynayê ji DYA’yê bên.
Her wiha Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz teqez kir ku danûstandinên li ser şerê Ukraynayê bêyî beşdariya Ukraynayê nayên kirin.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk li ser weşanên medyayê derbarê plana aştiyê ya Trump a ji bo Ukraynayê de nirxandin kir.
Donald Tusk diyar kir ku planek bi vî rengî dibe ku hîn di qonaxa amadekariyê de ye.
Donald Tûsk, diyar kir ku dibe ku di demeke nêz de daxuyaniyên têkildarî dîroka agirbestê û garantiya ewlehiyê ya li Ûkraynayê ji DYA’yê bên.
Tusk got:
“Ev helbet dê bibin biryarên ku Amerîka di nav karûbarên Ukraynayê de kêm bike.
Biryarên têkîldarî şerê li Ukraynayê ne tenê Ukrayniyan em jî nikarin li gor serê xwe bigirin.”
Scholz: Bêyî beşdariya Ukraynayê danûstandin nabe
Her wiha Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz teqez kir ku danûstandinên li ser şerê Ukraynayê bêyî beşdariya Ukraynayê nayên kirin.
Olaf Scholz anî ziman ku divê welatên Yekîtiya Ewropayê li hember êrişên Rûsyayê alîkariya Ukraynayê berdewam bikin.
Olaf Scholz got:
“Pênsîbek heye ku hema hema her kes li ser razî ye: bêyî Ukraynayê divê tiştek li ser Ukraynayê neyê kirin.
Ev ne tiştek e ku her kes bi serê xwe biryarê bide.
Em her tiştê ku ji bo pêşerojê hewce dike ji vê perspektîfê nîqaş dikin.”
Scholz: Dive alîkariya bo Ukraynayê bidome
Li aliyê din Scholz teqezî li ser pêwîstiya berdewamiya alîkariya Ukraynayê li dijî êrişên Rûsyayê kir, ji ber ku li gorî wî “ev pir girîng e.”
Scholz nirxandinê xwe wiha domand:
“Êrîş li Ukrayna hat kirin. Dewleteke Ewropayê biryar da ku bibe dewleteke girêdayî Yekîtiya Ewropayê, xwedî nirxên demokrasiyê û dewleta hiqûqê.
Ez difikirim ku heke tiştek hebe ku di vî şerê tirsnak de eşkere bûye, ew e ku Ukrayna welatek Ewropî ye ku balê dikişîne ser Ewropa, Yekîtiya Ewropî û li ser armanc û nirxên me.”
Ev ne cara yekê ye ku serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz behsa şerê li Ukraynayê dike.
Herî dawî di meha Îlonê de, Scholz anî ziman ku dem ji bo nîqaşan li ser bidawîkirina şerê li Ukraynayê ye.
Li gorî wî, Almanya wê hewl bide her tiştî bike ji bo piştgirîkirina Ukraynayê.
Dema wê yekê ye ku gotûbêj bikin ka çawa di zûtirîn dem de aştî pêk were.



