Bajarê El-Hilaliye yê Sûdanê ev 17 rojin di bin dorpêça Hêzên Piştgiriya Bilez de ye.
Li wir heta niha 315 kesan jiayana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya saziya sivîl a “Banga Navîn” a ji aktivîstan wiha hate diyar kirin: “20 ji wan bi guleyan, 295 jî ji ber jehrîbûnê û xerabûna tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.”
Li Sûdanê şerê navxweyê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de didome.
Hat ragihandin ku li bajarê El-Hilaliye ya Eyaleta Cezîrê ya li herêmên navendî yên welêt ku di bin dorpêça Hêzên Piştgiriya Bilez de ye hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 315’an.
Di daxuyaniya saziya sivîl a “Banga Navîn” a ji aktivîstan pêk tê de hat ragihandin ku bajarê Hilaliyê 17 roj in di bin dorpêça Hêzên Piştgiriya Bilez de ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mirin ji ber xwarinên bi jehrî û ava nepaqij çêbûne û navên van kesan hat parvekirin û hat destnîşankirin ku hejmara miriyan li bajêr derket 315’an.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“20 ji wan bi guleyan, 295 jî ji ber jehrîbûnê û xerabûna tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.”
Yekîtiya Doktorên Sûdanê di daxuyaniya xwe ya 8’ê Mijdarê de diyar kiribû ku ji 25’ê Cotmehê û vir ve 200 kesan li Hilaliyê jiyana xwe ji dest dane.
Êrîşên Hêzên Piştgiriya Bilez yên li ser eyaleta Cezîrê
Li aliyê din hat diyarkirin ku yek ji rêveberên payebilind ên Hêzên Piştgiriya Bilez û Fermandarê parêzgeha Cezîrê Ebû Akile Keykel di 20’ê Cotmehê de ji Hêzên Piştigiriya Bilez vekişiya û tevlî artêşê bû.
Hêzên Piştgiriya Bilez di navbera 20-26’ê Cotmehê de êrîşî gundên Cizîrê kir.
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî di 28’ê Cotmehê de ragihandibû ku ji ber “pêla tundiya çekdarî ya zêde” ya li eyaleta Cezîrê 46 hezar kes koçber bûne.
Gelek welatan binpêkirinên li parêzgeha Cezîrê şermezar kirin.



