Kongress a Emerîkî embargoya çekan a li ser Qibrisê rakir

Weke derbeyeke nû ji Tirkiyê re, Kongress a Emerîkî embargoya çekan ji ser Qibrisê radike.

Piştî 32 salan, meclisa nûneran û Senatoya Emerîkî, bi 86 dengan li ser biryarê erê kir.

Paşê, Kongress a Emerîkî biryara rakirina embargoya li ser Qibrisê ferzkirî, da.

Li gorî çavdêran, ev gav berhengariyeke nû ji Tirkiyê re ku Emerîka wê têkiliyên xwe bi girava Qibrisî re xurt bike.

Ev biryar, li ser daxwaza 2 senatoran pêk hat.

Li gorî vê biryara nû, Emerîka wê bendan li ser hinek teknîkan li Qibrisê bihêle, heya Girav rê li ber keştiyên şer yên Rûsyayê bigire.

Ji bo şer navbera gelê Yonanê û kêmnetewa Tirkî li wê derê rû nede, di 1987’an, Emerîka embargoya çekan li giştî Giravê sepandibû.

Leave a Reply

Back to top button