Komek ciwanên Kurd kurtefîlmek li ser berxwedana rojnemevanên Kurd amade kir

Komeke ciwanên Kurd ji bo ku balê bikişînin ser têkoşîna rojnamevanên Kurd ên li Rojava, bi derfetên kêm kurtefîlmek amade kir.
Kurtefîlm di mîhrîcaneke kurtefîlman a li Iraqê de hate pêşandan.

Kurtefîlm bi navê ‘Rojnamevan’ e, li bajarê Serê Kaniyê beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kişandin.

Fîlm balê dikişîne ser têkoşîna rojnamevanên Kurd ên li Rojava, şopandina şer û êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê.

Di fîlm de fedakariyên rojnamevanan yên ji bo ragihandina heqîqetê tê û berxwedana gel tê destnîşankirin.

Derhênerê kurtefîlmê Mehran Ebdo ye, senaryo Fatme Ehmed û kamere û montaj nûçegihanê ajansa ANHA’yê Besil Reşîd e, lîstikvan jî hejmarek ji ciwanên Rojava ne.

Fîlm li Mîhrîcana Ewlehiya Civakî ya li parêzgeha Besra ya Iraqê hate pêşandan.

Tê payîn ku ev kurtefîlm di destpêka sala 2020’an de di Mîhrîcana Merakişê ya Navneteweyî ya kurtefîlman a li Mexrîbê jî were nîşandan.

Leave a Reply

Back to top button