Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Hesen El Exres de heya bidestxistina serkeftinê soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.
Ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen El Exres ku 12ˈê Mijdarê di encama krîza dil de şehîd bûbû, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.
Tevî endamên meclis, saziyên sivîl û leşkerî, meclis û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û partiyên siyasî, şêniyên bajarê Reqayê herikîn bin konê sersaxiyê ku li bajarê Reqayê hate vedan.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê Luey El Îsa axivî û diyar kir ku Hesen El Exres ji bo parastina gelê xwe û ewlehiya welat canê xwe feda kir.
El Îsa bal kişand ser êrişên li ser herêmê û wiha domand: “Hem ji hundir ve û hem jî ji aliyê rejîma Tirk ve êriş li ser herêma me tên kirin.
Armanc ji van êrişan têkbirina îrade û berxwedana gel e.
Lê nizanin em mil bi mil bi hêzên xwe yên parastinê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ne.
Em soz didin şehîd Hesen û tevahî şehîdan ku em ê heya serkeftinê li ser rêya wan bimeşin.”
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem El Hemed jî sersaxî û sebir ji malbata şehîd re xwest û wiha domand:
“Tişta herî mezin a ku em hiştine rêya berxwedanê û fedakariyên şehîdên me yên leheng e.
Em heya serketinê şopedarên rêya şehîdan bin. Em ji dagirkerên nemerd re dibêjin êrişên te me ji mîsyona parastina ax û gelê me venagerîne.”



