Taxa başûrê Beyrûtê îro çend demjimêran piştî ku artêşa Îsraîlî hişyarîya nû ya valakirinê ji bo hin taxên wê deverê da rastî êrîşeke hewayî ya nû hat.
Artêşa Îsraîlê îro ji ber êrîşan hişyarî da niştecihên taxên başûrê Beyrûtê ku “ji bo ewlekariya xwe û endamên malbatên xwe derkevin”.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê li ser platforma Xê da wiha got:
“Hişyariyeke nû ji bo hemû niştecihên ku li taxên başûr dijîn:
Hûn li nêzî tesîsên Hîzbullahê ne ku Hêzên Parastina Îsraîlê wê di demeke nêz de operasyonan li dar bixin.”
Balafirên şer ên Îsraîlê duh Çarşemê 6 êrîş biribûn ser taxa başûrê Beyrûtê û piştî wê jî hişyariya valakirinê hat dayîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a niştimanî ya Lubnanê (NNA), ‘balafirên şer ên Îsraîlê bi 6 êrîşên esmanî avahiyek li herêmên Gobeyri û Taxa Herîk û hevbendiya Revza El-Şahidîn-El-Şiya kirin hedef.



