Saturday 2026/07/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

QSD: Di çalakiya gundê Biwêhic a Minbicê de 17 çete hatin kuştin

November 26, 2024
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
QSD: Di çalakiya gundê Biwêhic a Minbicê de 17 çete hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Di operasyona Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî nuqteyên çeteyan li gundê Biwêhic El Ecemî de 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 6 çete birîndar bûn, alavên leşkerî hatin rûxandin, çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî der barê çalakiya ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê rojavayê bajarê Minbicê pêk anîne daxuyaniyek da.

“Di çarçoveya mafê parastina rewa li hemberî kiryar, tawan û êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku mînaka herî dawî komkujiya gundê “Fatsa” rojhilatê navçeya Eyn Îsa bû û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da, her wiha weke bersiva komkujiyên dûbare yên li dijî gelê me yê Koçber li herêma Şehba û weke tolhildana şehîdên gundê “Abdûkê” hêzên me bi hemû pêkhateyên xwe yên leşkerî rêzeçalakiyên serkeftî pêk anîn.

Di van çalakiyan de baregehên dagirkerî û çeteyên wê yên di herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê de hatin hedef girtin.

Di dîroka 24ˋê Mijdarê de hêzên me yên Meclîsa Minbic a Leşkerî çalakiyeke taybet û berfireh pêk anîn.

Di vê çalakiyê de baregehên çeteyên artêşa Tirk ên li gundê Biwêhic El-Acemî ku dikeve Rojavayê bajarê Minbicê bûn hedefa şervanên me.

Di van çalakiyan de taktîkên serdegirtin, sekvanî û kemînê hatin bikar anîn û di encamê de baregehên çeteyan û maşîneyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin.

Her wiha hêjmarek çekên wan hatin desteserkirin.

Ev çalakiya ku bi awayekî serkeftî pêk hat, baregeheke taybet kire armanc. Hêzên me ketin baregehên çeteyan û ew tarûmar kirin.

Li vir pevçûneke dijwar qewimî û di encamê de şervanên me tirs û xofeke mezin xistin dilê çeteyan de.

Bi vî rengî hêzên çete belav bûn û hêjmarek ji wan dema xwestin ji derbên şervanên me fîrar bikin, ketin kemînê û derbên girantir xwarin.

Şervanên me yên ku ji destpêka pevçûnê de însiyatîfa êrîşê di destê xwe de hiştin, refên çeteyan ji hev belav kirin û rê nedan wan ku karibin ji nûve xwe kom bikin.

Her wiha hewldanên wan ên fîrarê jî ew ji derba şervanên me xilas nekirin.

Piştî ku çalakî giha armanca xwe, şervanên me bi giranî çûn ser cenazeyên tevahî çeteyên ku li hundur û derveyî baregehê hatibûn kuştin. Ev grûba çete ya ku fermandarên wê reviyan, vîna wan a şerkirinê şikest û bi temamî hatin îmha kirin.

Di encama vê çalakiyê de 17 çete ku ji wan hêjmarek fermandar bûn hatin kuştin û 6 ji wan jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de 2 maşîne û 3 baregehên leşkerî hatin rûxandin û şervanên me 9 çek ku di nav de top avêt jî hebûn li gel hêjmarek belge û telefonên çeteyan desteser kirin.

Ev çeteyên ku ji bermahiya rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê pêk tên û gendeliyên mezin li herêmê pêk anîn, her wiha li bajarê Babê êş û azarên giran bi gelê me dan kişandin ku li dijî wan xwepêşandanên girseyî pêk hatin, çarenûs û cezayê xwe yê pêwîst xwarin.

Piştî ku çalakî bi dawî bû û armancên xwe pêk anî, şervanên me bi awayekî têkûz bê ku tu zerar bighê wan vegeriyan baregehên xwe.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk QSD me gelek caran tekez kir ku li hemberî her awayî êrîş û kiryarên dagirkerî û çeteyên wê mafê me yê bersivdayîna rewa heye.

Li ser vê bingehê jî me zeman û mekanê gûncav hilbijart û bersiva pêwîst da dagirker û neyarên gelê xwe.

Ev çalakî nîşaneya dilsozî û lehengiya şervanên me di ber parastina gelê me û tolhildana ji tawanên ku dagirkerî di heqê gel de pêk tîne.

Bi vê wesîleyê em hemû şeravnên xwe yên ku beşdarî çalakiyê bûne pîroz dikin û em şanazî û serfiraziya xwe ji ber vê çalakiya wan raber dikin.

Ev çalakî wê di rûpelên bi rûmet ên têkoşîna me ya li dijî bermahiyên DAÎŞ û çeteyên dagirkeriya Tirk de were nivîsandin.“

Previous Post

NÛÇE

Next Post

BÛYER-Zubeyr Aydar-Mihemed Naso

Weşana girêdayî

Ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalix çêdibe
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalix çêdibe

Zimanê Kurdî li tabloya navenda Postayê li bajarê Çilaxa zêde bû
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Zimanê Kurdî li tabloya navenda Postayê li bajarê Çilaxa zêde bû

Berpirsê Kar û Barên Mizgeftan Mele Mihemed Seîd wefat kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Berpirsê Kar û Barên Mizgeftan Mele Mihemed Seîd wefat kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye