Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên rojavayê Minbicê şikand û di encamê de 10 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî a Minbicê destnîşan kir ku hêzin wan êrişa çeteyên artêşa Tirk ya li dijî gundên rojavayê Minbicê têk birine.
Her wiha Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewildana çeteyan a bicihkirina çekên giran li pêşiya barageha ya li gundê El Kreidiyê têk bir.
10 çete hatin kuştin, erebeyek hat jinavbirin
Meclisa Leşkerî anî ziman ku di encama têkbirina êrişa çeteyên dewleta Tirk de 10 çete hatin kuştin û erebeyek hat ji navbirin.
Û piştî şikandina êrişê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêm topbaran kirin.



