Li Silêmanî despê kir bi beşdarbûna hezar delegeyî

Li Silêmaniyê bi beşdarbûna hezar delegeyan 4. kongeya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) tê lidarxistin.

4. Kongreya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê-YNK, li Pêşangeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bi beşdarbûna hezar delegeyan destpê kir.

Heta niha ne zelal e ku kongre çend rojan dewam bike.

Tenê ji medyayê bi ser YNK’ê re destûr hat dayîn ku kongreyê bişopîne.

YNK di 1’ê Gulana 1975’an de hat damezirandin û heta niha 3 kongre lidar xistiye.

Kongreya dawî di sala 2010’an de pêk hatibû.

Leave a Reply

Back to top button