Desteya Jinan a Herêma Cizîrê li bajarê Hesekê ji bo zarokan navend û bexçeyek bi navê “Mala Cîhana Zarokan” vekir.
Desteya Jinan a Herêma Cizîrê li taxa Xerbî (Rojava) ya bajarê Hesekê baxçe û navendeke zarokan vekir.
Tevî endamên komîteya perwerdeyê girseyeke qelabalix tevlî merasîma vekirinê bûn.
Ji berpirsyarên navendê Narîn Mihemed ragihand ku ew ê ji bo zarokên di navbera temenê 2 mehî heta 5 salî de xizmetê bidin.
Narîn Mihemed anî ziman ku bi vê yekê dixwazin zarokan perwerde bikin, ji jiyanê re amade bikin û alîkariyê bidin dayikên ku kar dikin.
“Mala Cîhana Zarokan” bi çavdêriya 5 mamosteyan, pêşwaziya tevahî zarokên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan dike.