Qebîleyên Dêrazorê bi riya daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD û rêveberiya xweser piştrastkirin û tekez kirin ku wê herêmên xwe ji çeteyan biparêzin.
Qebîleya El-Akîdat, Bakara, Qeys Aylan, Benî Xalid, Busaraya û Elbû Şaban piştgiriya xwe bi daxuyaniyekê ragihandin.
Wan got:
Berê çeteyên DAIŞ nasnameya êlên Ereb ên li Dêrezorê înkar kir.
Lê şervanên QSD’ê û zarokên vê herêmê ew xilas kirin û bi dehan kes canê xwe feda kirin.
Qebîleyan anî ziman ew li ser medyaya civakî ku şaneyên veşartî dixwazin tevlîheviyê bikin dişopînin.
Ew şane di bin navê Qebîleyan de li bajar rewşeke aloz çê dikin.
Qebîleyên Dêrazorê tekez kirin ku ew di her alî de li kêleka QSD û Rêveberiya Xweserin.
Ji bo dîrok û çanda xwe, ewê li ber xwe bidin û rê li van çeteyan bigrin.



