Rûspiyên êla Tey a eşîra Cewale ya Ereb piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
Rûspiyên êla Tey a eşîra Cewalê ya Ereb a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê li gundê Bo Xedîr ê bajarê Tirbespiyê daxuyaniyek da. Ebdurehman Ebdullah daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de sûcên li dijî sivîlên li Heleb, Hema û gundewarê Minbicê hatin şermezarkirin û nerazîbûn li hemberî destwerdanên derve di serî de dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca parçekirina xaka Sûriyeyê, hat nîşandan.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê xak û gelê Sûriyeyê, nirxên jiyana hevbeş û girêdanên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de werin xurtkirin û parastin.
Di dawiya daxuyaniyê de piştgirî ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û berxwedana hêzên leşkerî hat nîşandan û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku destekê bidin koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê.



