Fermandarê Giştî yê QSDˋê diyar kir ku ew amade ne têkiliyê bi desthilata nû ya li Şamê re deynin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di daxuyaniyên xwe ji kanala Al Hadath re got: “Dê têkiliya me bi hikumeta navendî ya bi Şamê re be.”
Ebdî destnîşan kir ku pêwîst e bi rêya diyalogê nûnertiya tevahî herêmê û pêkhateyên Sûriyeyê were kirin.
Ebdî diyar kir ku ew bi rêya Amerîkayê têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re dikin ku êrişên li ser herêmê bi dawî bikin. Her wiha Ebdî bal kişand ser ku têkiliya wan bi rêya Amerîkayê re bi Heyet Tehrîr El Şam re jî hene.
Di dewama daxuyaniya xwe de Ebdî aşkera kir ku tu têkilî yan jî lihevkirin bi rejîma berê ya Sûriyeyê re tune bû û hêzên wan gelek caran bi rejîmê re di nava şer û pevçûnan de bûn.
Mezlûm Ebdî anî ziman ku ew amade ne bi desthilata nû ya li Şamê re têkiliyê deynin û hewl didin bi hêzên nû re di xebata siyasî ya li Sûriyeyê de beşdar bin.



