Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislet bang li gelê Sûriyê kir ku nekevin xefka fitneyên Erebî-Kurdî ku dewleta tirk pêşdixe û ji bo avakirina Sûriyeke nû bixebitin.
Hevserokê MSD’ê Dr. Mehmûd El Mislet peyamek da tevahî gelê Sûriyê, êl, eşîran.
Mehmûd El Mislet destnîşan kir ku hin fîtnekar hewl didin aştiya di nav şêniyan de xera bikin.
El Mislet bang li Kurd, Ereb, Êzîdî, Durzî, musliman û xiristiyanan kir ku yekitiya xwe ya nîştimanî xurt bikin û got:
“Divê gelê Sûriyê nekevin xefka fitneyên Erebî-Kurdî û ji bo avakirina Sûriyeke nû bixebitin.
Pêdiviya qonaxa bê bi xebateke hevbeş ya zêde heye ku şênî werin parastin û Sûriyek nû, dewleteke azad ji bo tevahiyan were avakirin.”
Hevserokê MSD’ê ji bo qebîle û eşîrên Ereb ên herêmê wiha got:
“Îro dora me ye ku em ewlehiya herêmê biparêzin û nekevin xefka fitneyên dikevin xizmetî dijmin.”
El Mislet di dawiya peyama xwe de got:
“Pêwist e em ji dîrokê dersan bigirin û ji bo parastina yekbûna xak û gelê Sûriyê bibin yek.”



