PDK plana dagirkeran bicih dike û deriyê Sêmalka digire..Ev yek jî di demeke ku her kes xema Rojavayê Kurdistanê de ye. PDK bi vê siyaseta xwe li şûna ku piştgirî bide Rojava, piştgiryê dide dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.
Beriya rûxîna rejîma Baas, PDK li Hewlêrê pêşwazî serçete û hêzên kirêgir yên dewleta Tirk kir.
Di civînê de nûnerê çeteyên Sultan Murad û hêzên ku xwe weke muxalefeta Suriyê dibînin, amade bûn.
Ev hemû ji aliyê PDK’ê ve hatin pêşwazîkirin, dijminê gelê Kurdin.
Piştî vê civînê çend roja deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de bi temamî hate girtin.
Piştî ku rejîma Baas rûxiya, dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyê kir.
Dewleta Tirk di serî de Minbic li gelek cihên din tevî çeteyên DAIŞ’ê êrişî sivîlan kir.
Ji ber êrişan gelek kes carek din ji warên xwe koçber bûn.
PDK li cihê alîkarî bide xelkê Rojavayê Kurdistanê, di ser wan re deriyê sînor yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de girtiye.
Di demek ku tevahî Kurd di xema Rojavayê Kurdistanê dene û peyamên piştgirî û parastina Rojava dikin, pêwîst bû hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê ji her kesê zêdetir destê alîkariyê dijî Rojava kiriba.
Lê PDK tenê bernameya dagirkerên Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ya dijî Kurdan bicihtîne.
Sala 2014’an de bi dirêjiya 40 kêlometre ji ava Fîşxabûr heya digihe Rebîe xendek kola, di sala 2015’an de jî bi dirêjiya 37 kêlometre ji bajarokê Sinunê heya çiyayê Şengalê xendek kola û Başûr û Rojava bi xwesteka dewleta Tirk ji hev qutkir.
Xelkê Başûr tevî siyasetmedar û rewşenbîrên xwe, banga alîkariyê ji Rojava dikin û dixwazin derî were vekirin, lê derî hêjî girtiye.
Gelê Kurd vê siyaseta qirêj ya PDK dibîne û weke xiyanet bi nav dike.
Ji ber vê divê rewşa hestiyar de ku di Rojhilata Navîn de guhertin çêdibin, divê PDK dev ji siyaseta dardestiya dijmin berde.



