Ji bo piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistanê li Şengalê kampanya alîkariyê hatiye destpêkirin.
Di 27’ê Mijdarê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Şehba.
Ji ber vê êrîşê koçberên Efrînê, gelê Şehba, Til Rifat û herêmên cûda neçar bûn li herêmên Rêvberiya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xwe bicih kirin.
Di vê derbarê de ji bo alîkariya gelê Rojava, bi pêşengiya meclisên gel û TAJÊ kampanya tê meşandin.
Kampanya alîkariyê li hemû gund û komelgehan belav dibe.
Her ku diçe ev kampanya alîkariyê berfireh dibe û xelkê Şengalê jî bi derfetên xwe yên madî û pêwîstiyên jiyanê, destek dide kampanyayê.
Her wiha gel bi xwe jî alîkariya xwe digihînae meclisên gundên xwe û ev alîkarî dê ji bo Rojavayê Kurdistanê were şandin.
DOSYA-Berberên Kobanê ji bo zarokên Efrîn û Şehba alîkariyê dikin



