Welatiyên bajarên Hol, Şedadê û Til Temir li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga yekîtiyî û hevgirtina hemû pêkhateyan kirin.
Welatiyên bajarê Şedadê û Holê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin.
Jina bi navê Manal El Hisên got: em hemû pêkhate li dijî êrişan li ber xwe didin.
Fadil El Ehmed diyar kir ku armancên dagirkeriya Tirk têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê ye.
Yasir El Ebas jî anî ziman ku ew pala xwe didin netewa demokratîk û jiyana hevbeş.
Xalid Mihemed El Ebdo jî diyar kir ku ew êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin.
Zerîfe El Mihemed jî da zanîn ku Rêya parastina herêmên me fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.
Welatiyên Til Temir komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kirin
Welatiyên Til Temirê jî komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kirin.
Idrîs El Yûnis got, em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî komkujî û êrişan şermezar dikin.
Xedîce Asim Îbrahîm jî banga rawestandina êriş û komkujiyan kir.
Ehmed Heyder destnîşa kir ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji rewşa Sûriyê digire da ku destkeftiyan bi dest bixe.



