Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla serdana Bakûr û Rojhilatê Sûrî kir û Bi fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.
Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla destpêkê serdana leşkerên xwe yên li Sûriyê kir, pişt re bi fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
CENTCOM derbarê hevdîtina xwe ya bi Mazlûm Ebdî re daxuyanî da û ragihand ku wan derbarê xeteriya DAIŞ’ê û rûdanên dawî yên li sûrî hevdîtin kirine.
Fermandarê Amerîka bi serokwezîrê Iraqê re civiya
Kurilla piştî ku bi Mazlûm Ebdî re civiya, duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî re civiya.
Di civînê de Sudanî diyarkir ku divê rêz li îradeya gelê Suriyê were girtin û got:
“Iraq amadeye di vê qonaxê de alîkariya gelê Suriyê bike.
Pêwîste ewlehî, yekparçeyî, û selametiya gel û hemû pêkhate û neteweyên li Suriyeyê bê parastin.”
Hat gotin ku Fermandarê CENTCOM’ê Michael Erik Kurilla jî diyar kiriye ku wê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştgirî û parastina serweriya Iraqê ya li dijî her êrişeke terorê hevkariyê bike.



