Şervanê QSDˈê şehîd Ebûd Xelef El Elî bi merasîmekê li bajarê Şedadê hat veşartin û şervanê Hêzên Komandos şehîd Taha Elî El Hisên jî hat bibîranîn.
Cenazeyê şervanê QSDˈê Ebûd Xelef El Elî ku li herêma Til Hafirê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hat veşartin.
Di merasîmê de şervanê Hêzên Komandos Taha Elî El Hisên ê ku di berxwedana Helebê de şehîd bûbû jî, hat bibîranîn.
Nûnerên saziyan û malbatên şehîdan û gelek şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.
Di merasîmê de endama Komîteya Jinan Xedîce El Xidêr bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî. Xedîce di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya wan û piştgiriya QSDˈê da.
Rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra El Seed jî anî ziman ku dê li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin û têkoşîna şehîdan nîvco nehêlin.
Emîra El Seed di dawiya axaftina xwe de dayikên şehîdan silav kirin û soza têkoşînê da.
Di dawiyê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehîd Ebûd Xelef El Elî û şehîd Taha Elî El Hisên xwendin û radestî malbatên wan kirin. Hevreyên şehîdan cenazeyên şehîdan hilgirtin û bi dirûşmên berxwedan û dilsoziya bi şehîdan re, spartin axê.



