Şêniyên bajarê Til Hemîsê şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê şehîd Elaa Hesen El Selûmî oxir kir.
Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Elaa Hesen El Selûmî ku 7ˈê Kanûnê di berxwedana li Helebê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girêseyî li Pakrewangeha Şehîdên Til Hemîsê hat veşartin.
Endamên saziyên sivîl, olî, jin, ciwan û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî. Xalid El Nayîf sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şervanan di rêya parastina gel û welatê xwe de berdêlên giran dane.
Ji fermandarên QSDˈê Selman El Ehmed jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”
Rêveberê Saziya Olî ya Til Hemîsê Mutez El Enter jî di axaftina xwe de banga hevgirtinê, parastina herêmê û pêşîgirtina li fitneyan kir.
Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd Elaa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re şehîd” hat veşartin.



