Jinên Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kirin û gotin, “Li diî sûcên şer û mirovahiyê demildest tedbîr bigirin.”
Çalakiya rûniştinê ya ku her Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li Swîsreyê tê lidarxistin, didome.
Vê hefteyê endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) birêve birin.
Beşdarên jin êrişên li ser Rojavahî Kurdistanê şermezarkirin û gotin:
“Erka bingehîn a NY’ê ye ku li dijî êrîşan demildest bi rêya nîqaşan çareseriyê bibîne.
Lewma em jinên Kurd tu carî dev ji Şoreşa Rojava bernadin.”



