Şirovekarê Siyasî Seîd Bedrî li ser armanca êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê axivî û got :
“Erdogan hîna jî dixwaze xewna xwe ya împaratoriya Osmanî zindî bike.
Ji ber wê dixwaze mîna Helebê Musil û Kerkûkê jî dagir bike.”
Seîd Bedrî diyar kir ku Erdogan dixwaze xewna xwe ya împaratoriya Osmanî zindî bike, ji bo vê çendê jî îxwaniyan, hin kom, rêxistin û welatan bikartîne.
Bedrî destnîşan kir ku hevpeymanên wan li Iraq û cîhana îslamî de dixwaze vê armanca dewleta Tirk bicih bîne.
Seîd Bedrî dazanîn ku tişta li Suriyê rû da beşek bû ji vê planê.
Her wiha Bedrî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van planên xwe dixwaze xeyalên Kurdan ên dewleteke Kurdî ya li Iraq, Suriye û Tirkiyê asteng bike.
Şirovekarê Siyasî anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze bi êrişên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê Musil û Kerkûkê jî mîna Helebê dagir bike.



