Parêzerên Rêber Apo ji bo serdana girtîgeha Îmraliyê serî li CPT dan.
Di serlêdanê de ji bo Rêber Apo û 3 girtiyan işaret bi bûyer û daxwazên mehên Tebax, Îlon, Cotmeh û Mijdarê hate kirin.
Her wekî din hate ragihandin ku di nava 4 mehan de 34 caran parêzeran, 18 caran malbatan serlêdana hevdîtinê kirin, lê belê bêbersiv hatine hiştin.
Li îmraliyê tecrîda qirkirin û êşkenceyê berdewam dike.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî sucên dewleta dagirker serlêdaneke din li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê-CPT kir.
Di serlêdanê de hat gotin ku ji 23’ê Cotmeha 2024’an û vir ve destûr ji ti hevdîtina li Girtîgeha Girava Îmraliyê re nehatiye dayin.
Di serlêdanê de işaret bi biryara ‘binpêkirinê’ hate kirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Rêber Apo di 18’ê Adara 2014’an de dabû.
Hate bibîrxistin ku 10 sal di ser biryarê re derbas bûye lê belê Tirkiyeyê hîn gav neavêtiye.
Parêzerên Rêber Apo: di 4 mehan de 52 serlêdan hatiye kirin
Di serlêdanê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Îmraliyê ji berê heta niha gaveke ber bi başiyê ve nehatiye avêtin û CPT rapora xwe ya sala 2022’an eşkere nekiriye ku ev yek jî bûye sedem ku rewşa ‘êşkenceyê’ dewam bike.
Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:
Di nava demeke ji 2 salan de şert û merc Îmraliyê derbasî asteke nû bûye.
Lewma em dixwazin ku hûn serdana Girtîgeha Îmraliyê bikin.
Ji bo şert û mercên ragirtinê yên serlêdêran li gorî rûmeta mirovahiyê bin.
Di serî de serdanên parêzer û malbatê têkiliya wan bi cîhana derve re bê danîn.
Mafê wan ê agahî wergirtinê bi cih bê anîn.
Dawî li cezayên dîsîplînê û qedexeya hevdîtian bi parêzeran re bê anîn.
Em ji we dixwazin ku ji bo bidawîkirina êşkence, şert û mercên kiryarên xerab û
li derveyî mirovahiyê ji holê bên rakirin û tedbîr bêne wergirtin.



